Nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykol ê ku xwîn rijiyaye ser mêjiyê wî, 8 roj in li beşa lênihêrîna awarte ya nexweşxaneyê tê dermankirin û xetereya li ser jiyana wî didome.
Yek ji mamosteyên Çapemeniya Azad rojnameger Huseyîn Aykol di 14ê Cotmehê de xwîn rijiyabû ser mejiyê wî. 8 roj in li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sîncanê tê dermankirin. Huseyîn Aykol ku li nexweşxaneyê 2 caran emeliyat bû rewşa wî ya xeternek di roja 8an de jî didome. Her wiha ji ber ku pişe wî enfeksiyon girtiye, bijîşkan dest bikaranîna dermanên antîbiyotîk jî kirin. Bijîşkan diyar kir ku di rewşa Huseyîn Aykol de guherînek tune ye û dermanên xewê jî hinek kêm kirin e.
Rewşa stabil a Huseyîn Aykol berdewam dike. Di nava rojê de jî endamên partiyên siyasî û saziyên demokratik jî li nexweşxaneyê serdanê dikin. Hevjîna Huseyîn Aykol, Nuray Çevîrmen û hevalên wî yên rojnameger jî li nexweşxaneyê pêwaziyê li serdanan dikin.