Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku xwîn çû bû li ser mejiyê wî ji 14ê cotmehê vir ve li beşa lêneherîna awartê ya nexweşxaneyê tê tedawî kirin. Bijîşkan diyar kir ku ew nikarinê pêşya enfeksiyonê bigrin û dermanên enfeksiyonê didinê.
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Di dema dermankirinê de enfeksiyon girt û dermakirina wî didome. Hevjîna Huseyîn Aykol ku îro bi bijîşkan agahî wergirt. Bijîşkan diyar kir ku ew nikarinê pêşya enfeksiyonê bigrin û dermanan didinê.
Her wiha bijîşkan diyar kir ku rewşa xeternek a Huseyîn Aykol jî didome.
 
			












