Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin rewşa wî ya xeternek didome. Bijîşkan diyar kir ku ji ber enfeksiyonê antibiyotîkeke nû didinê û di kîtleya wî de qelsbûn heye. (Kas kütlesinde zayıflama var)
Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çibû ser mejiyê wî û rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çibû ser mêjiyê wî û nêzî mehekê ye ku li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Bijîşkan diyar kir enfeksiyona wî berdewam dike û ji ber wê jî dest bi dayina antibiyotîkek din kirinê. Her wiha bijîşkan diyar kir ku di kîtleya wî de qelsbûn heye (Kas kütlesinde zayıflama var)













