Dîroknas û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Sûngûr li Antalyayê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Dîroknas û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Sûngûr ku li ser siyaset, çand û zimanê kurdî xebat û berhemên bêhempa afirandî, li Antalyayê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Dîroknas Sûngûr, ji navçeya Mîksê ya Wanê bû û di hemû jiyana xwe de ji bo pirsgirêka Kurd, siyaset û dîroka Kurdan xebat meşandin. Gelek pirtûk nivîsandin r û nirxandinên dîrokî kirin e. Hat zanîn ku wê canezayê Sûngûr ji Antalyayê bînin li navçeya Mîksê veşêrin.
Dîroknas Îbrahîm Sûngûr di salên 2005-2006an de serokatiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ya Wanê kiriye û ji gelek dosyayên siyasî hatiye darizandin. Herî dawî di 10ê sibatê de roportaj dabû ajansa me û têkildarî pêvajoya nû ya aştiyê Kurd hişyar kiribû.
Îbrahîm Sûngûr ji Ajansa Welat re axivîbû û di 10ê Sibatê de hevpeyvîna li gel wî di ajansê de hatibû weşandin.
Ew nûçe wiha ye:
Dîroknas Sûngûr: Kurd ji siya werîs ditirsin, gavên şênber dixwazin