Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê têkildarî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê civîna gel li darxist.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê civîna gel li dar xist. Civîn li eywana konferansê ya avahiya DEM Partî ya navçeya Cizîrê pêk hat. Parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez tevlî civînê bûn. Dîsa nûner û rêveberên DBPê û saziyên civakî jî beşdar bûn. Di civînê de li ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin hatin kirin û li ser pêvajoyê nêrînên gel hatin standın. Gel jî li ser pêvajoyê pirs pirsîn û nêrînên xwe anîn ziman.
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.