Rêxistinên siyasî û civakî bi boneya kuştina 2 rojnamegerên ku li Rojava bi SÎHAyan jiyana xwe ji dest dan û binçavkirina 10 rojnamegeran şermezar bikin cara duyemîn li hev kom bûn û daxuyanî dan. Nûneran anîn ziman ku bi tundî û zorê heqîqet nayê tarîkirin û nayê bedengkirin.
Nûnerên DFG û MKGê yên Wanê li Wanê bi boneya kuştina rojnameger Cîhan Bîlgin û Nazim Taştan şermezar bikin xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê bêyî ku daxuyaniye bidin çapemeniyê, polîsan êrîşî rojnamegeran kir û 10 rojnameger bi giştî 55 kes binçav kirin. Piştî binçavkirina 55 kesan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li hev kom bûn û kuştina rojnamegeran û binçavkirina rojnamegeran şermezar kirin. Girse li kolana Hunerê kom bûn û daxuyanî dan. Hevserokê DEM Partiyê Veysi Dilekçi, Hevseroka DBPê Gonul Uzunay, Hevaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan, Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç û gelek kesên din amade bûn. Girseyê di bin dorpêça polîsan de bê navber dirûşmên “Çapemeniya azad bêdeng namîne” û “Bijî berxwedena Kobenê”, “Em ê bi berwedanê bi ser bikevin” berz kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysi Dilekçi daxuyanî da û got: “Hûn li vir bi zext û tundiyê nikarin heqîqetê tune bikin. Hûn nikarin gavan paşve bidin avêtin. Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Uzunay, jî bal kişand ser geşedanên dawî û got: “Hûn hem hiqûqa xwe û hem jî hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Van êrîşan rawestînin. Em dubare dibêjin. Hûn bi van êrîşan nikarin heqîqetê tarî bikin. Tu carî pênûsa rojnamegerên azad li erdê namîne. We 50 hevalên me binçav kirin. Lê niha em dîsa kom bûn û em dîsa daxuyaniyê didin.”
Piştî daxuyaniyê 10 jê rojnameger 55 kesên hatibûn binçavkirin tev hatin berdan.