Rêxistinên Civaka Sivîl ên wekî KON-MED, CENÎ, ZMRK û Ronahî International, ji Balyozê Elmanyayê yê li Konseya Ewropayê Heike Thiele re name şandin û ji Komîteya Wezîran daxwaza “Ji bo mafê aştî, demokrasî û hêviyê îşaretên zelal bide” kirin.
Li Elmanyayê Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurd li Elmanyayê (KON-MED), Ofîsa Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ), Ronahî International, Navenda Mafên Mirovan a Kurd a Elman (ZMRK), PYD Elmanya û rêxistinên Êzidî nameyek ji Balyozê Elmanyayê yê li Konseya Ewropayê Heike Thiele re şandin.
Rêxistinên Civaka Sivîl ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwestin ku Tirkiye berpirsyariya xwe bi cih bîne da ku di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gavan bavêje.
Rêxistinên Civaka Sivîl, bi bîr xistin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di Îlona 2024an de ji bo “mafê hêviyê” der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de ji Tirkiyeyê re salek dem dabû. Rêxistinan daxwaz kirin ku tedbîrên lezgîn werin girtin da ku erkên “mafê hêviyê” yên Tirkiyeyê, ku salek e bi cih neaniye, werin pêkanîn.
Di nameya ku bi rêya Balyozê Elmanyayê yê li Konseya Ewropayê ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hat şandin de, ev tişt hatin gotin:
“PKK’ê îsal di meha Tîrmehê de bêyî daxwaza şert û mercek ji Tirkiyeyê gaveke dîrokî û sembolîk avêt û dawî li şerê çekdarî anî. Vê yekê amadebûna xwe ji bo aştiyê nîşan da. Bersiva Tirkiyeyê û piştgiriya Konseya Ewropayê ji bo berdewamiya pêvajoyê pir girîng in.
Li ser vê bingehê em dixwazin balê bikişînin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar dabû ku cezayên hepsê yên heta hetayê bêyî îhtîmala berdanê, xala 3yemîn a DMME yê “mafê hêviyê” binpê dike. Heman rewş ji bo Abdullah Ocalan jî hat dîtin. Lê ev biryar hîn jî nehatiye bicîhanîn. Ev nepêkanîn ne tenê mafên bingehîn binpê dike, di heman demê de ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê jî astengî çêdike.
Li ser vê bingehê em bi hurmetî bang li biryardarên Konseya Ewropayê dikin ku van gavan bavêjin:
- Ji bo bicîhanîna tevahî biryarên DMMEyê, avakirina mekanîzmayeke nirxandinê ya bi bandor ji bo cezayên muebbet misoger bikin, zext were kirin.
- Mafên mirovan ên girtiyên li Îmraliyê biparêzin û mafê wan ê serdanên birêkûpêk bi malbat û parêzeran re misoger bikin.
- Piştgiriyê bidin pêngavên ku serweriya hiqûqê û diyalogê û çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd diparêzin.”
Rêxistina Civaka Sivîl li gel nameya xwe, broşûrek agahdariyê (PDF) ku çarçoveya hiqûqî ya “mafê hêviyê”, rewşa heyî, gavên pêşniyarkirî û pêşniyara xebata hevbeş diyar dikin, pêşkêş kirin.
Herî dawî rêxistinan ev tişt gotin, “Pêvajoya aştiyê encax eger Konseya Ewropayê ji bo aştî, diyalog, demokrasî û mafê hêviyê gavên zelal biavêje, dikare bi encam be.”