Bi çavdêriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Asayîşê rêya Til Temir- Serêkaniyê hat vekirin.
Di dema vekirina rê de ji fermandarên HSDê Serdan Heleb û fermandarê hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî û şandeyek ji Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê amade bûn.
Mehmûd Xelîl Elî diyar kir ku dê tevahî bendên li ser rê were rakirin û bendek hevbeş a demkî were danîn.
Derbarê rê de
Hêjayî gotinê ye ku rêya Til Temir-Serêkaniyê ji Cotmeha 2019an ve dema Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê Serêkaniyê dagir kiribûn girtî bû.













