Li Rihayê Ciwanên Welatparêz salvegera damezrandina PKKê bi fîşekên hewayî pîroz kirin.
Komek ciwanên welatparêz li Rihayê 47emîn salvegera damezrandina PKKê pîroz kir. Ciwanan li navçeyên Serêkaniyê, Pirsûs û Karakopriyê bi fîşekên hewayî salvegera PKKê pîroz kirin. Di pîrozkirinê de ciwanan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.














