* Kurd û Kurdistan niha di demekî gelekî tenik de derbas dibe. Biryarên ku di vê dema de tê dayîn, dikare çarenûsa me ya bi sedan salan biguherîne. Ji bo vê jî Newroz dikare mohra xwe li vê pêvajoya aştiyê bixe.
* Xwendekarê Zanîngehê Kemal Korkut ku di Newroza Amedê de ji aliye polîsan ve hatibû kuştin dê li cihê lê hatiye kuştin bê bibîranîn. (10,00)
* Di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de dê Newroz li Parka Newrozê ya Amedê bi tevlêbûna zêdetirî milyoneke mirov bê pîrozkirin. (10.00-16.00)
Rojeva Kirmanckî
* Newroza Dêrsimî Meydanê Seyît Rizayî de bi coş ame pîrozkerdene. Kesê ke tewlê Newroze bî înan ra tayîne ajansê ma (AW) rê qesî kerd. Vengê pêrûne azadîye de, aştîye de, rindîye de, bereket de, weşîye de rest pê.