Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê ragihand ku roja Şemiyê bi rûniştina civîna taybet dê hilbijartina serokomariyê pêl were.
Parlamentoya Iraqê ragihand ku roja Şemiyê saet di 11:00an de dê rûniştina taybet û dengdana ji bo hilbijartina serokomar destpê bike.
Roja 6ê vê mehê Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî ragihandibû ku rûniştina hilbijartina serokomar dê di demê bê destnîşankirin de pêk were. Hatibû ragihandin ku wê navê wan parlamenterên ku tevî rûniştinê ne bin jî belav bikin.













