Meclîsa Dayikên Aştiyê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi çalakî û daxuyaniya hevpar piştevaniya dilsoziya xwe ya bi Rojava re anîn ziman û ev peyam dan: “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye.” Her wiha dayikan xwest ku dorpêça li ser Kobanê bê rakirin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi boneya piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê û rakirina dorpêçkirina ser Kobanê daxuyanî dan û peyama dilsoziya piştgiriyê ji bo Rojava anîn ziman. Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” çalakiya hevpar û hemdem li dar xistin.
AMED
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê jî bi boneya piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê li ber AZC Plazayê ya li Semta Ofisê daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê di daxuyaniyê de amade bûn û pankarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hate vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin.
Ewilî Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Arîfe Kartal axivî û bal kişand êrişên ser gelê Rojava û wiha got: “Kurdistanê nikarin bikin çar parçe, em ê nehêlin. Li Rojava DAIŞ êriş dike li vê derê jî dewleta Tirk êriş dike. Serokê me pêvajoyeke aştiyê da destpêkirin û em ê jî li ser şopa serokê xwe bin. Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin. DAIŞ keziyên keçe me jê dike, zarokên me dikuje lê bila baş bizanibin li şûna her keziyek bi sedan kezî hat hûnandin û bi sedan zarokên me hene. Em Rojava nadin, Rojava xeta me ya sor e.”
‘Em evîndarê azadiyê ne’
Dayika Aştiyê Havva Kiran jî axivî û wiha got: “Banga me ji bo her dewletê ye heke ev qanûn û ev edalet li cîhanê û di nav dewletên navneteweyî de hebe bila serê mirovan neyê jêkirin. Pêncî û du sal in ev şer berdewam dike. Dema ku mijar dibe Kurd, hemû cîhan li dijî wan dibe yek. Rojava rûmeta gelê Kurd e. Rojava xeta me yê sor e. Ew axa Rojava bi xwîna zarokên vî gelî hatiye avdan. Em dixwazin wekî hemû gelên cîhanê bi hev re di nav jiyaneke azad de bijîn. Me êrîşî mala kesî nekiriye, me gund û bajarên tu kesî talan nekiriye. Em tenê mafê xwe dixwazin; mafekî ku wekî şîrê dayikê ji bo me helal e. Zarokên vî gelî ne evîndarên çekan in, ew evîndarên jiyaneke azad in. Bila dengê çekan qut bibe. Bila li şûna çek û balafiran, em gul û çîçekan biçînin. Em dixwazin baxçeyê azadiyê ava bikin. Mafê gelê Kurd jî heye ku bi rûmet bijî. Em piştgiriya Rojava dikin û em ê heta dawiyê li ser maseya aştiyê bin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

MÊRDÎN
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê têkildarî geşedanên li Rojava û dorpêça li ser Kobanê li Parka Karayollariyê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdîn ê Kamûran Tanhan, endam û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek dayîk tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” , “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” , “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin” , “Bijî berxwedana Kobanê” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Dayikan pankarta ku li ser “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” dinivîsî vekirin. Di daxuyaniyê de li ser navê Dayîkên Aştiyê Gurbet Tekîn axivî.
‘Dewletên navneteweyî piştgiriya HTŞê kirin’
Gurbet Tekîn bal kişand ser piştgiriya dewletên navneteweyî ya ji bo HTŞê û wiha got: “Lê wan hêj hêza gelê Kurd nas nekiriye. Îro Kurd yek in. Vê hovîtiya ku li ser zarokên gelê Kurd didin meşandin qebûl nakin. Keziyên keçên me jê dikin, wan di avahiyên sê qatî de diavêjin vê jî li ser navê misilmantiyê dikin. Ev ne misilmantiye xinzirî ye. Li Kobanê zarok ji birçîbûnê, ji sermayê jiyana xwe ji dest didin. Ev yek di tu dînan de tune ye. Daxwaza me ew e ku dengê me bigihe cîhanê.”

‘Em ê bi deh hezaran dayîk bikevin Kobanê’
Gurbet Tekîn bal kişand ser dorpêça li ser Kobanê û wiha berdewam kir: “Ev pênc roj in TIRên alîkariyê yên ji bo Kobanê hatine sekinandin. Em dixwazin rojek berî rojekê ev derî vebin. Li gorî daxuyaniyên wan divê ev derî roja duşemê vebûya. Dayikan amadekariyên xwe kiribûn bi hezar û sed dayîkan em da biçin ber Deriyê Kobanê yê li Pirsûsê. Heke wiha berdewam bike em sînoran nas nakinbi dayîkan mabe em ê wan sînoran ji holê rakin û em ê bi deh hezaran dayîk bikevin wir.”
‘Rojek berî rojekê mafê hêviyê pêk bînin’
Gurbet Tekîn bal kişand ser pêvajaya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Salek bi ser pêvajoyê re derbas bû. Dewlet Bahçelî gotibû bila Serokê Gelê Kurd were parlamentoyê di komcivînê de biaxive. Em ê mafê hêviyê pêk bînin. Lê bele heta îro tu gav neavêtine ev jî baweriya gel dişikîne. Ji aliyê Serok ve hemû gavên pêwîst hatin avêtin. Rojek berî rojekê mafê hêviyê yê Serokatî pêk bînin. Ji Serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bêtir kes nikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Bandora şerê li Rojava bandorê li her çar parçeyê Kurdistanê dike. Ji bo ku ev pêvajo bi aştiyeke mayînde û bi serkeftî bi dawî bibe, bangawaziya me ji hemû gelan, saziyan ew e ku destê me xurt bikin ku em aştiyeke mayînde pêk bînin.”
‘Hêj kefene polîsên wan şil e lê piştgirî dan DAIŞê’
Gurbet Tekîn qala piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ û HTŞê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj kefenê polîsên wan şil e lê piştgirî dan DAIŞê demek dilê wan ji bo kesê naêş e. Ne ji bo leşker û polîsên wan ne jî ji bo zarokên Kurdan. Em naxwazin vê dijminatiyê berdewam bikin. Rojek berî rojekê vê pirsgirêkê çareser bikin. Bila hemû sazî, partî û desthilat zanîbe kî li cem gelê Kurd cih negire dê têk biçin yên ku li ba gelê Kurd cih bigire ew ê serkeftî bin. Ji ber ku gelê Kurd mafdar e.”
Gurbet Tekîn destnîşan kir ku heta statuya Kurdan di Qanûna Bingehîn de neyê nas kirin dê li ser pêyan bin û li qadan bin.
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin”, “Rojava rûmet e rûmeta gelê Kurd e” û “Bijî berxwedana dayîkan” bi dawî bû.
WAN
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, di çarçoveya geşedanên li Rojavayê Kurdistanê de li ber Baroya Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pakarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî,parlementer, nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
‘Divê Birêz Ocalan azad bibe’
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Saadet Oklu li ser navê meclîsê axivî û diyar kir ku ev salek e, Devlet Bahçelî dibêje ku pêvajoyek heye, lê ji aliyekî din ve deriyên sînor girtine û alîkariya ku ji bo gelê Rojava diçe rawestandiye. Saadet Oklu anî ziman ku ew girtina sînoran qebûl nakin û wiha pê de çû: “Ger ev alîkarî ji bo DAIŞê bûya, ew ê wan derî vekin. Zarokên Rojava çi guneh kirine? Şerê li ser Rojava şerê Bakur, Başûr û Rojhilat e. Wan em kirin çar parçe, lê em yek in. Medyaya Tirkî YPGê terorîst bi nav dike, lê kengî YPGê sivîl kuştine? Em vî şerê berdewam şermezar dikin. Em baweriya xwe bi pêvajoya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin tînin. Divê Birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

RIHA
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî li dijî ambargoya li ser Kobanê û geşedanên li Rojava li Parka Novada ya navenda Rihayê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partî yên Rihayê, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Sonda me kezîzêren me ne! Rojava rûmeta me ye” nivîsandî hat hilgirtin. Dayikan bênavber dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” berz kir.
Dayika Aştiyê Meyeser Kokmaz ku di daxuyaniyê de axivî anî ziman ku divê alîkariyên ji bo Kobanê hatinê berhevkirin divê demildest derbasî Kobanê bibe û wiha got: “25 TIRên alîkariyê hatinê sekinandin. Em dixwazin ew alîkarî demildest derbasî Kobanê bibe. Ji bo wê jî deriyên sînor vekin.”
Dayika Aştiyê Adalet Çay jî destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê deriyê sînor vebibe û ew bang kir: “Zarokên me li wir in. Barê me giran e. Bila şer biqede. Heta aştî pêk were em ê li qadan bin.”

ŞIRNEX
Meclisa Dayikên Aşitiyê ya Şirnexê li dijî êriş û dorbêça li ser Rojava li cadeya Alanya ya navçeya Hezexê ya Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta, “Sonda kezîzerên me ne rojava rûmeta me ye” hate vekirin. Her wiha dovîzên,” Her keziyek hêvî û azadiyê dihewîne”,” Dayik rûmeta têkoşînê ne” hatin hilgirtin.
‘Li dijî êrişan bêdeng nemînin’
Ser navê Dayikên Aşitiyê Behiya Nayir daxuyanî da. Behiye Nayir, bang li hemû dayikan kir ku li dijî êrişên ser gelê Kurd bêdeng nemînin û wiha got: “Gelê me li Kobanê bê av, bê ceyran e. Hê dorbêça li ser Kobanê berdewam dike. Divê ku deriyên van sînoran bên vekirin ku alîkarî ji Rojava re biçe. Em vê zilm û zordastiya li ser gelê me qebûl nakin. Dibê ku tu dayik li dijî van êrişan xwe bêdeng nekin.”
‘Têkoşîn dê heya rabûna dorpêçê bidome’
Piştre parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku heta ku dorbêça li ser Rojava bi dawî dibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt gotin: “Têkoşîna nasname û hebûna gelê Kurd a ku bi salane tê dayîn, gelê Kurd birêxistin kiriye, perwerde kiriye. Dayik bi hebûn û sekna xwe pêşengiya têkoşîna gelê Kurd kirine. Dayik dixwazin aşitî çêbibe, dixwazin ku li ser gelê me bes komkujî çêbibin. Dayik îro li qadan dibêjin em ji hemû gelan re çareseriyê dixwazîn. Ne pêkan e ku dayikên Kurd li hemberî vê zilmê bêdeng bimînin. Ev êriş û komkujî dê sedemê têkoşîna me be. Heta ku Rojava aram bibe dê têkoşîna me berdewam bikin. Êrîş, dorbêç heta bê sekinandin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bila deriyê Murşîtpinar vebe û bihêlin alîkarî ji gelê me biçe. Rojava rûmeta me ye bijî berxwedana gelê Kurd.”
Daxuyanî bi tililî û dirûşmeyên,”Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

ÊLIH
Dayikên Aştiyê yên Êlihê li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê têne kirin daxuyanî dan û gotin: “Li wir gelek zarok bê dê û bav, bê cih û war mane. Em dixwazin şerê ku li wir tê meşandin bê sekinandin.”
Dayikên Aştiyê yên Êlihê li dijî êrişên ku li ser rojavayê Kurdistanê têne kirin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Parlamenterê Êlihê M. Ruştu Tiryakî û, Endamên Komeleya Dayikên Aştiyê, TJA, DADER, ARÎ-DER, ÎHD, MEBYA-DER û gelek nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Sonda me Kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hat vekirin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
‘Em dixwazin ew sînor bê vekirin’
Ser navê Dayikên Aştiyê Şukran Sîncar daxuyanî da û got: “Gotin sînorê Kobanê vabûye em kêfxweş bûn lê mixabin hê jî venebûye. Em dixwazin ew sînor bê vekirin. Divê xwarin û vexwarin ji kesên ku li wir muhtacin re biçe. Hemû li wir şerpeze bûne û çareya wan tune ye. Li wir gelek zarok bê dê û bav, bê cih û war mane. Em daxwazin şerê ku li wir tê meşandin bê sekinandin. Em daxwazin rojek zûtir ew sînor bê vekirin. Em li ser navê hemû dayikan slav û rêzên xwe ji vir heta Îmraliyê ji birêz Abdullah Ocalan re dişinin.”
‘Kobanê kezeba me ye’
Piştîre jî Dayika Aştiyê Meyaser Akdag axivî û ev tişt gotin: “Kobanê kezeba me ye. Em weke dayikên aştiyê şer naxwazin em aştiyê dixwazin. Divê hemû dewletên Ewropa û tevî Tirkiyeyê aştiyeke mayînde bînin ser ruyê dinayayê. Em dayikin, em ê xwe parçe parçe bikin, dîsa jî em ê dest ji dayiktiya xwe bernadin. Heta yek dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey doza zarokên xwe bin.”

SÊRT
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Sêrtê jî bi heman armancê li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, rêveberên BOTAN-DER, ÎHD û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Kesên ku tev li çalakiyê bûn pankarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hilgirtin. Her wiha dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
‘Em yekîtiya gelê Kurd jî pîroz dikin’
Li ser navê Dayîkên Aştiyê Maşalah Arslan axivî û got: “Em dayîkên aştiyê ne em aştiyê dixwazin. Bes e êdî bila aştî bê vî welatî. Em yekîtiya gelê Kurd jî pîroz dikin. Jinên me yên ciwan dikujin û wan di avahiyan de diavêjin, em vê yeke şermezar dikin. Ew keziyên ku hetin jêkirin ji dilê me dernakeve.”
Daxuyanî bi tilîliya û bi lêdana çepikan bi dawî bû.

BEDLÎS
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Bedlîsê li ber Parka Filistînê ya li Tetwanê derbarê êrişên li ser Rojava de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hate vekirin. Nûnerên partî û saziyên demokratîk ên bajêr û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Dayika aştiyê Îpek Canbey di daxuyaniyê de axivî û got: “Em daxwaza vekirina deriyê sînor ê Murşîtpinarê dikin. Em ê destûrê nedin parçekirina Kurdistanê. Em van êrîşan û vê komploya li dijî gelê xwe qebûl nakin. Wek Dayikên Aştiyê, em bi israr li hemberî van êrişan radiwestin. Em amade ne ku her tiştê ku ji destê me tê ji bo seferberiyê bikin. Îradeya me pir xurt e, hûn ê nikaribin îradeya me bişkînin. Kurdistan ne çar perçe ye, Kurdistan yek e.”
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp axivî û bi bîr xist ku kamyonên ku ber bi Kobanê ve diçûn hîn jî li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên rawestandin û got: “Bila kes nefikire ku em ê li hember êrişên li ser xwîşk û bira û xizmên xwe yên li Rojava bêdeng bimînin.”
Daxuyanî bi lêdana çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ÎZMÎR
Dayikên Aştiyê, li dijî êrîşên li ser Rojava, li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îzmîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” hate vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Daxuyaniyê Peyruze Kurt xwend.
‘Têkoşîna Ocalan a ji bo rawestandina xwînê’
Peyruze Kurt destnîşan kir ku dayik, ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Murşitpinarê dê bi rê bikevin. Peyruze Kurt da zanîn ku piştî Rojava, pêvejoya diyalogê dest pê kir û got: “Ez spasiya her kesê ku ji duh heta îro ji bo aştiyê û ji bo biratiya gelên Kurd û Ereb ked dane dikim. Berî her tiştî, em spasiyên xwe pêşkêşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Ew di nav çar dîwaran de ji bo rawestandina xwînê û ji bo biratiya gelan têdikoşe.”
‘Zarok bê şîr û kinc in’
Peyruze Kurt, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa mirovî ya li Rojava û derbarê daxwazên dayikan de ev tişt gotin: “Zarok bê şîr û bê kinc mane. Em dixwazin peymana ku hatiye îmzekirin pêk bê û dorpêça li ser Kobanê rabe. Divê balhilgirên alîkariyê yên hatine amadekirin di Deriyê Murşitpinarê re derbas bibin.”
‘Şerê li Rojava zerarê dide pêvajoya aştiyê’
Peyruze Kurt di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku heta ew sax bin dê li dijî şer bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li ku derê dibe bila bibe, naxwazin xwîn birije. Em diyaloga li Rojava bi dilxweşî pêşwazî dikin. Şerê li Rojava zerarê dide pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê. Em dixwazin êdî pêvajo dest pê bike û biratiya gelên Kurd, Ereb û Tirk pêk bê. Em dixwazin sînorên di navbera wekheviyê de rabin.”

STENBOL
Dayikên Aştiyê yên Stenbolê û Şirnexê têkildarî dorpêça ser Kobanê daxuyanî dan û gotin: Li Rojava Av, nan û kehrebe tune ye. Îro mirov bi ji ber van kêmasiyên jiyana xwe ji dest bidin. Ev yek şerma tevahî cîhanê ye.”
Çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê di 6ê Çileyê de êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku taxên Kurdan bûn, kirin. Piştre êriş berfirehtir kirin û berê xwe dan Rojava. Piştî berxwedana çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat ên Kurdan, hezên hegemon ên plana ji holêrakirinê dan meşandin, neçar man ku paş ve gav biavejin û di 30yê Çile de bi navbenkariya Amerîka û Fransayê peymanek hate îmzekirin. Tevî peymanê jî dorpeça li ser Kobanê 15 roj in didome.
Dayikên Aştiyê yên Stenbolê têkildarî bûyeran li Rojava diqewimin li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Stenbolê daxuyanî dan. Dayik dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Rojava ya me ye, ya rûmeta me ye” berz kirin û pankarta “Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye” vekirin. Daxuyaniyê Dayika Aştiyê Rewşan Doner xwend.

‘Divê Deriyê Murşîtpinarê vebê’
Rewşan Doner diyar kir ew ji bo rojavayê Kurdistanê kom bûne in û got: “ Zêdetirî 600 hezar kes li Kobanê di bin dorpeçê de ne. Av, nan û kehrebe tune ye. Di sedsala 21emîn de zarokên Kurdan bi sedema birçîbûnê jiyana xwe ji dest dide. Em bang dewleta Tirk dikin ku me bi hev re li Tirkiyeyê ava kiriye. Em bang li rayêdarên dewleta Tirk dikin, divê Deriyê Murşîtpinarê vebê. Îro di navbera HSD û HTŞê hatiye îmzakirin. Lê hê jî li ser Rojava dorpeç heye. Av û nan pêwistiya herî girîng e. Îro mirov bi ji ber van kêmasiyên jiyana xwe ji dest bidin. Ev yek şerma tevahî cîhanê ye.”
‘Em azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dixwazin’
Di dawiya axaftina xwe de Rewşan Doner anî ziman ku gelê Kurd yek e û ev tişt got: “Em sînoran nas nakin. Ew peymana ku 30ê Çileyê hatiye îmzakirin em Sûriyeyeke demokratîk dixwazin. Divê mafê tevahî gelan be mîsogerkirin. Pêvajoya ku di 27ê Sibata 2025an de hatiye destpêkirin îro ku tişten Rojava diqewime bandoreke neyinî dide pêvajoyê. Devlet Bahçelî got bila Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad bibe. Em jî azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dixwazin. Divê her kes di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabe û divê alikarî bigihijê Kobaneyê.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.

































