* Rêvebira TMMKê Fatêma Kerîmî ji bo têkoşîna li Girtîgeha Evînê got: “Dewleta Tirk ji bo PKKyiyan ji doza wan dûr bixe ew kirin girtîgeha Amedê, lê PKKyiyan girtîgehê kir qada berxwedanê. Rejîma Îranê jî xwest Girtîgeha Evînê ji bo çewisandina jinan bikar bîne, lê jinan girtîgeh kir qada ku karibin dengê xwe bêtirs bilind bikin.”
* Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle derbarê armanc û xebatên komeleya xwe de axivî û da zanîn ku dê di destpêka sala 2025an de Sempozyûma Wêje û Ziman a Osman Sebrî li dar bixin.
* Hevseroka TEV-ÇANDê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Sumeye Mihemed bi lêv kir ku ew li ser esasê paradigmaya Modernîteya Demokratîk xebatên çand û hunerê dimeşînin û hemû netew û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi nasname, çand û folklora xwe di nav xebatan de cih digrin.
* Birayê Hozan Serhad Arif Alpdogan ku derbarê birayê xwe de axivî, da zanîn ku Hozan Serhad mirovekî pir mutewazî bû û got: “Ji aliyê hunerê ve pir jîr bû, lê li ser wêje, felsefe hwd. jî lêkolîn dikir.”
* Sûka Mast a li Navçeya Sûrê ya Amedê, xwedî dîrokeke kevnar e. Hemwelatî hê jî mastên xwe jî ve sûkê dikirin. Ev dikana mast çanda gund û bajêr digîne hev.
* Rêxistina DEM Partiyê dê tekildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parka Rojava ya Peyasa Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê (16.00)