* Rêveberê TOD-DERê Mahsûm Ozaksoy ku hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re nirxand, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan girîng e û got: “Ji bo ku ev gel, ev civak ji vê nexweşiyê derkeve divê bê şert û merc em piştgiriya vê bangê bikin.”
* Di qedexeyên derketina derve yên Silopiyayê de 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakize Nayir û Fatma Uyar hatin kuştin. Tevî 9 sal di ser re derbas bû jî kujer nehatin cezakirin. Rêhevala wan Asuman Kulter diyar kir ku her 3 jinên siyasetmedar bi berxwedan û sekna xwe bûn mînakên têkoşîna azadiyê.
* Hetkara Hemserekê Pêroyî yê Berpirsiyara Rêxistinkerdişî ya Partîya Herêman a Demokratîke (DBP) Narîn Gezgor reyde do derheqê mesajê Îmrali û Rojawanî de pêvînayîş bêro kerdene. (Nûçeya Kirmanckî)
* Nobeta Sînor a Qamişlo-Nisêbînê û Nobeta Pirsûs- Kobanê ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin berdewam dike. (12.00-16.00)