Piştî êrişên HTŞ li ser Şehbayê sed hezar kes koçberî Tebqa û Raqayê bûn. Rojnameger Ciwana Cuma ku li Tebqayê bi koçberan re hevdîtin kir û rewşê ji nêz ve dişopîne anî ziman ku gelek koçber di rê de hatinê qetilkirin û rastî destdirêjayî û revandinê hatinê.
* Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd helbestvan Fatma Tunç diyar kir ku her çiqas eleqeya xwîneran ji bo pirtûkên Kurdî hebe jî lê mîna salên bere xwîner ji ber rewşa aborî nikarin pirtûkan bistînin.
* Hunermend Bengî Agirî li ser girîngiya huner û muzîka Kurdî axivî û destnîşan kir ku tevî hemû astengî û qedexeyan jî niha cihê çand û muzîka Kurdî lê ye, ne xirab e û got: “Ji ber ku welatê me bê statu ye, di asta navnetewî de baş nayê nasîn. Yanî bê welatiya me û pêşdeketina çanda me û muzîka me rasterast bi hev ve girêdayî ye.”
* Şaredariya Wanê dê li dijî biryara derbarê Abdullah Zeydan de li Qada Bajêr daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)