*Parlementera Şirnex Newroz Ûysal bang li gel kir ku tevlî çalakiya Besta bibe û got bi xwedî derketina xwezayê mirov dikare civak û axek azad ava bike.
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd ne teror e û got: “Heke rast were binavkirin dikarê çareser bibe. Birêz Abdullah Ocalan mîmarê pêvajoyeyê. Divê komîsyon bi lêzgînî serdana birêz Abdullah Ocalan bike.”
*Komîsyona Perwerdehî, Komîsyona Zarokan û Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partî, dê tekildarî serdema nû ya perwerdehiyê û pirsgirêkên tên jiyîn li Navenda Giştî ya DEM Partî daxuyaniyê bidin. (11.00)
*Di pêşengiya komeleyên Birca Belek û Cûdî-Derê de bi daxwaza zimanê kurdî bibe zimanê fermî meş were lidarxistin û daxuyanî were dayîn. (17.30)
* Saziyên Ziman ên Kurdî û Egîtîm-Sen bi boneya destpêkirina serdema perwerdehiyê dê bi dirûşma “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê hemû zarokan e” li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (16.00-18.00)
* Di pêşengtiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de wê endamên HPGê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê bên bibîranîn. (18.00)