* Hevseroka DBPê ya Cizîrê Aynur Elçîoglu diyar kir ku di civînên gel de herî zêde gel li ser gav neavêtina dewletê fikarên xwe tînê ziman û welatiyên tev li civînan dibin, jî destnîşan dikin ku divê dewlet girtiyên siyasî serbest berde.
* Rapbêjên Kurd Ronî Artîn û Sîmyager diyar kirin ku rapbêj dikarin bi dawetan xwe bigihînin civakê û gotin: “Ji bo pêşketina rapa Kurdî divê ewil rêzgirtin hebe, divê hemû hunermend û muzîkjen ji hev re rêzê bigirin. Tiştê ku em dikin, ji tiştê ku ew dikin necudatir e.”
* Şeniyên Zozanê Hesendînê li dijî kanên madanê dest bi çalakiya nobedê kirin û zozanê xwe diparêzin.
* Rojnameger Mahîr Uzmez, anî ziman ku ji ber bang ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, li başûrê Kurdistanê kelecanek mezin heye, lê baweriya gelê Başûr bi dewleta Tirk nayê.
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari dê di komcivîna partiya xwe de li Meclisê biaxive. (13.00)