* Li cîhanê 194 welat endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) ne. Li van 113 welatan li her welatekî gelek ziman fermî hene. Li Bolivya 37 ziman fermî ne. Lê li Tirkiyeyê tenê Tirkî hem fermî ye û hem jî zimanê perwerdehî ye.
* Vakfa Paul Grunînger, ji bo aktîvîsta TJAyê Ayşe Gokkan bê beraetkirin, bang li Dadgeha Ceza ya Amedê kir. Vakfê xwest Ayşe Gokkan bi lez bê berdan.
*Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan, dê tekildarî encam û biryarên di civîna MYKê de hatinê girtin li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî bide. (11.00)
* Li Şirnexê dê dijî talana xwezayê bi tevlîbûna Heveroka DEM Partiyê Tulay Tahîmogullari, Hevserokên DBPê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir meş bê lidarxistin. (13.00)
Kirmancki