* Parêzer û wasiyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç destnîşan kir ku miwekîlê wan Abdullah Ocalan di hevdîtina herî dawî ya bi biraziyê xwe re daxwaz kiriye ku parêzerên wî biçin hevdîtina wî û got: “Di warê siyasî de jî û di warê hiqûqî de jî dema azadiya birêz Abdullah Ocalan hatiye.”
* Medreseya Sor ku dîroka wê digihêje sedsala 13an û gelek helbestvan, nivîskar û alimên Kurdan gihandine, bi dîrok û avahîsaziya xwe yek jî taybetmendiya Cizîrê ye.
* Tirba Ehmedê Xanî ku li navçeya Bazîd a Agiriyê ye, ji kurdî bê par e. Di tirbeya filozofê Kurd de bi zimanê Tirkî û İngîlîzî tabelayên agahdariyê hene, lê di van tabelayan de zimanê kurdî tuneye.
* Hejmara 260emîn a Rojnameya Xwebûnê bi maneta “Parastina Rojava Ferz e” derket.
* Heyeta ku ji nivîskar, rewşenbîr, rojnameger û gelek kesên din pêk tê dê li Mêrdinê Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk ziyaret bikin (12.00-13.00)