* Artêşa Tirk li Botanê ji sala 2015an şûn de bi dehan qeleqolên leşkerî li şûnwarên gundên ku salên 1990î hatine valakirin, ava kirine. Niha di çavdêriya van qeleqolan de xwezaya Botanê talan dikin.
* Endamê MYK û parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak diyar kir ku li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nûnerên partiyên siyasî yên ESP, SKYP, YSP û SODAPê dê yekem car biçin Îmraliyê.
* Hevserokê MED-TUHAD-FEDê Kerem Canpolat bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û destnîşan kir ku divê 70 girtiyên ku rewşa wan giran e bi lez bêne berdan.
* Partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civakî dê nobeta Parastina Xwezayê ku duh li Herêma Bestayê ya Şirnexê dabûn destpêkirin dê di roja duyemîn de bi daxuyaniyekê bi dawî bikin. (10.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê bi nûnerên saziyên civakî re li Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûr a li navçeya Şîrînevlerê ya Stenbolê kom bibin. (19,00)