* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawiyê balê dikişîne ser bûyerên salên dawiyê de di nav civakê de zêde bûne û dixwaze ku pirsgirêkên civakî ne bi riya şiddetê riya aqil û mesilhetê bên çareser kirin. Abdullah Ocalan ji bo pêşiya van bûyeran bê girtin dixwaze hemû kesên bi hestiyar di vî warî de rol bigirin.
* Lêkolîner, rojnameger û dîrokzan Ezîzê Cewo diyar kir ku Kurdên Ermenistan û Kazakistanê jî bi dilgermî pêvajoyê pêşwazî dikin û got: “Heta Serok Ocalan azad nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe.”
* Li gorî TURK-ÎŞê sinorê birçîbûnê di meha Mijdarê de bû 29 hezar û 828 TL, sinora xizaniyê jî bû 97 hezar û 159 TL. Li gorî daneyan gelên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji sedî 80 dibin sinorê xizaniyê de dijîn. Gel her sal zêdetir xizan dibe.
* Montajkerê belgefîlma “Kardeş Turkulerê” Erhan Ors diyar kir ku festîvalên wisa hêz dide sînemageran û got: “Dewlet bi hinceta nasnameya Kurdî ji me re astengiyan derdixe. Lê sînemaya Kurdî dikare astengiyên li ser nasnameya Kurdî bide nîşandan.”
* Meclisa Dayîkên Aştiyê dê îro têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” li Amed, Wan, Şirnex, Colemêrg, Riha, Bedlîs, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)
* Şaxên ÎHDê û OHDê yên Amedê, Baroya Amedê, nûnertiya TÎHVê ya Amedê, Odeya Bijîjkan a Amedê û Komeleya Jinan a Rosayê dê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de bi dirûşma “Aştî bi mafên mirovan pêkan e” ji Qada Şêx Seîd heta Saraykapiyê bimeşin û li wir daxuyaniyê bidin. (12.00)
* DTSO dê otobusekê tahsîsî tîma Amedsporê bike. Bi boneya vê yekê dê rêveberên DTSO û Amedê li Tesîsên Şehmûs Ozer ên Amedsporê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Saziyên demokratîk ên Wanê dê bi pêşengiya ÎHDê rêzeçalakiyên 10 û 17ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li Kolana Hunerê bi daxuyaniyekê bidin destpêkirin. (13.00)
* Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn dê bi nîşandana fîlman û pêşengeha “Ji Rê” berdewam bike. (13.00-20.00)
* Mîhrîcana Muzîkê ya Wanê ku di bin banê Platforma Muzîkê ya Bajêr de tê lidarxistin, dê li Navenda Çandê ya Berîvanê bi Dîwana Jinan û konsera AryenKomê dest pê bike. (18.00)













