* Rojnameger û nivîskar Kakşar Oremar derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî û got: “Sedama herî mezin a pêşveneçûna pêvajoya aştiyê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dij Rojava û HSDê ye. Tirk dixwazin xweseriya Rojava ji holê rakin, dixwazin HSDê tune bibe.”
* Atolyeyên Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ku 2 hefte berê li Enqereyê ava bû dest pê kir. Ji mamosteyan Zelal Angay diyar kir ku wan di hemû beşên hunerê de dest bi atolyeyan kirine û kesên dixwazin werin dikarin serî li atolyeyên wan bidin.
* Tevgera Jinên Azad di çarçoveya xebat û çalakiyên 25ê Mijdarê de armanc dike ku navçeya Gever, Artemêtan, Cizîr û Nisêbînê û bajarê Amedê wek bajarên jinan saz bike. Aktîvîstên TJAyê bal kişandin ser vê projeyê.
* Fesîh Kaya yê ku li Çarşiya Şewitî ya Amedê cilên kevn difiroşe diyar kir ku êdî xelk nikare cilên kevn jî bikire û got: “Hin rojan ez nikarim sîftehê jî bikim.”
* Firoşkarên Bazara Kevn ya Amedê zehmetiyên karê xwe anîn ziman û ji ber cih nedîtinê gazinên xwe dikin.
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî cinayetên kar dê li peşiya AZC Plazayê daxuyanî bide. (17.30)











