* Rojnameger Îbrahîm Êzidî têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî û Konferansa yekrêziyê ya li Qamişloyê diyar kir ku divê êdî Kurd li her derê bêtir xwe bi rêxistin bikin û yekîtiya xwe xurt bikin.
* Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Edîp Orûç anî ziman ku ew ê bi bernameyên cûr bi cûr Cejna Zimanê Kurdî li qadan pîroz bikin û got: “Niha pêvajoyek hatiyê destpêkirin. Em dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî.”
Rêvebera ARÎ-DERê Şînda Ayazgun da zanîn ku dê weke komeleyên ziman û çandê di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de di navbera 14ê û 18ê Gulanê de dê aktîvîteyên cur bi cur li dar bixin û got: “Ziman hebûn û rûmeta me ye divê em hemû xwedî li zimanê xwe derkevin.”
* PENa Kurd konferansêk bi navê “Ji bo bicîkirina benden manifestoya gîronayê” pêk anî. Nivîskar Adar Jiyan û Dilawer Zeraq beşderî konferansê bûn. Adar Jiyan û Dilawer Zeraq destnîşan kirin ku bandora aştiyê li ser pêşxistina ziman gelek zêde ye.
* Konferansa PENa Kurd a bi rasthatina 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi serenavê “Ji bo bicîkirina bendên manîfestoya gîronayê” li Çand Amedê di roja duyemîn de ber didome. (10.00)
* Înîsiyatîfa Yekitiyê ku duh li Amedê hate ragihandin dê îro encamên civîna xwe bi deklarasyonekê li Çand Amedê (Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ragihîne. (11.00)