* Yek ji şahidê Darbeya 12ê Îlonê Rêveberê Komeleya 78an a Amedê Huseyîn Bariş qala hovîtiya li Zindana Amedê hatiye pêkanîn kir û wiha got: “Heta di nava civaka Kurd û Tirk hevrûbûnek çênebe, meseleya Kurd çareser nabe.”
* Hevseroka KON-MEDê Rûken Akça, têkildarî mihrîcana ku di 13ê Îlonê de li Almanyayê pêk bînin nirxandin kir û got: “Em ê di vê mihrîcanê sînoran rakin û bi yekbûna xwe ya di mihrîcanê de Kurdistanê li Dortmundê bikin yek parçe.
* Nivîskar û akademîsyen Dilawer Zeraq destnîşan kir ku perwerdehiya bi zimanê Tirkî tê dayîn yekperet û asîmîlatîf e û got: “Mirov nayên perwerdekirin, wek robot tên amadekirin.”
* Zimanzan û nivîskar Mehmet Sadik Varli anî ziman ku li bakur zimanê Kurdî di xeterê de ye û got: “Divê em li benda dewletê nesekinin û bixwe derfetan ava bikin. Dewlet tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê rêya demokratîk veke û astengiyan rake.”
*Dîroka Komara Tirkiyeyê bi aweyekî dîroka darbeyên eskerî ye. Darbeya 27ê Gulana 1960î, Darbeya 12ê Adara 1971ê, Darbeya 12 Îlona 1980î, Darbeya Postmedern a 28ê Sibata 1997an û herî dawiyê hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an. Me bi minasebeta salvegera Darbeya 12ê Îlonê ya 1980î nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di derheqê darbeya 12ê Îlonê de berhevkirin.
* 2yemîn Danişîna doza aktîvîsta TJAyê Ayşe Gokkan dê li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.
* Danişîna doza Rojnameger Abdurrahman Gok dê li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.