* Tirkiye ku li pêşiya çareseriya pirsgirêkên li Sûriyê wekî astengiye herî mezin tê nirxandin, niha jî hewil dide ku bi riya komên girêdayî xwe bi tevahî artêşa nû ya Suriyeyê bixe bin destê xwe. Çavkaniyan bi bîr xist ku Tirkiye bênavber dixwaze HSD çekên xwe danê û endamên wê takekesî tev li artêşa Sûriyê bibin lê li aliyê din komên girêdayî xwe wekî tûmenên 76, 66 û 86an bi awayek bloq tev li artêşê kirine û xweseriya wan jî diparêze. Pisporan bi bîr xist ku Îranê bi salan ev rêbaz bikar aniye û Tirkiye jî niha heman rêbazê li Sûriyê bikar tîne û hewil dide bi riya komên SMOyê dest danê ser artêşa Sûriyeyê.
* Di saleke dawî de zêdetirî 5 şandeyên cuda ku di navde rojnameger, siyasetmedar, nivîskar, ciwan, jin û nûnerên civakî pêk dihat, ji bo biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Wezareta Dadê dan. Lê heta niha Wezareta Dadê bersiva serlêdanan nedaye.
* Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê diyar kirin ku ew dixwazin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin û gotin: “Heta em dê gotinên wî jî devê kesên cuda bibihîzin em ê rasterast ji wî guhdar bikin.”
* Girtiyê bi navê Hayrettîn Adak bi rêya telefonê zextên li rêveberiya Girtîgeha Samsûnê vegot. Hayrettîn Adak diyar kir ku rêveberiya Girtîgeha Samsûnê mafê girtiyên siyasî asteng dike û got: “Rêveberiya girtîgehê ji me re dibêje; pêvajo heye ji bona wê em nikarin rewşê zêde hişk bikin.”
* Lîstikvan û çêkera fîlma “Li Kurdistanê Mij û Şev” Fatoş Stêrk bandora ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk li ser sînemayê û gelê Kurd dike nirxand û got: “Ev pêvajoya ne tenê barê siyasetmedaran e an jî barê kesan e barê me hemûya ne.”
* Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn dê bi nîşandana fîlman û pêşengeha “Ji Rê” berdewam bike. (13.00-20.00)
* Festîvala Muzîkê ya Wanê dê di roja duyemîn de berdewam bike. (18.00)













