* Tevî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” jî di salekê de gelek şînên gerîlayan hatine astengkirin û malên sersaxiyê ji malbatan re hatine girtin. Mele Kasim Yîgît ev pêkanîn weke provakasyonan bi nav kir û da zanîn ku hinek derdor naxwazin aştî çêbibe û provakasyonan dikin.
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan dê têkildarî 25ê Mijdarê bi dirûşma “Ji bo jiyaneke azad û bêtundî gotina me neqediya ye, em ê tundiyê bi hev re rawestînin” li Navenda Hevgirtinê ya Rojîn Kabaîşê ya li navçeya Rezanê starta çalakiyên xwe bidin. (11.00)
* TJA dê di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ya Navneteweyî dê li navçeyên Amedê çalakiyan li dar bixe. (11.00-19.00)
* *Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogullari wê li Meclisê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12.45)
* Şaxa ÎHDê ya Wanê, dê rapora xwe ya ku têkildarî zext, gef xwarin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser welatiyan amade kiriye, li avahiya xwe ya li navçeya Rêya Armûşê ji raya giştî re parve bike. (13.00)
* Gerok Ma wê li Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê bi zarokan re atolyeyekê li dar bixe. (14.00)













