* Dîroka Kela Bazîdê ku di nava berhemên dîrokî yên Bazîdê de cihekî taybet digire, digihije sedema Ûrartûyan û tê gotin ku beriya zayînê hatiye çêkirin.
* Hatîce Bûrûntekîn ku dayika wê di qedexeya derketina derve de hat kuştin û ew bi birayê xwe ye 6 mehî ve 7 rojan bi cenazeyê dayika xwe re di heman odeye de man wiha qala wan rojan kir: “Birayê min Rustem weke ku dayika min jiyana xwe ji dest nedayê diket hembeza dayika min ku şîr bixwe.”
* Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxand, got: “Heke tecrîda li ser birêz Ocalan neyê rakirin, dê ev rewşa nebaş a li welat berdewam bike.”
* Hevserokê PYDê yê berê Salîh Muslim tekildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi lêv kir ku li Minbicê agirbest hatibe ragihandin jî li herêmên din êriş hene û wiha got: “Daxwaza me ew e ku li hûndirê Suriyeyê em hemû bikarin bi hev re bijîn. Lê heke wisa nebê dawiya Suriyeyê dijwar e. Ji bo vê jî divê em ji her tiştî re amade bin.”
* DBP li dijî êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dê li kolana Hunerê ya Cizîrê daxuyaniyê bide. (11.30)
*Di pêşengiya DEM Partî, TJA û DBPê de dê li dijî êrîşên li ser Rojava li Wanê meşek girseyî bê lidarxistin (13.00)