* Saziyên mafên jinan her meh raporên kuştina jinan parve dikin. Daneyên hûrguliyan parve dikin. Daneyên ku kîjan zilam jinê dikuje parve dike. Li gorî daneyan bi piranî ji aliyê zilamê ku pêre zewicî ye ve tê kuştin.
* Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di nava salekê de nêzî 2 milyon kulîlkên demsalî yên cur bi cur çandine û park, baxçe, refûj û peyarêkên bajêr dixemilîne.
* Weşanên Aramê 3 jê bi kurdî, 4 bi tirkî û yek jî bi kurdî û tirkî 8 pirtûkên çîrok, bîranîn, helbest, şano, roman û lêkolînê çap kirin.
* Gelê Kurd û saziyên Kurdan li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destnîşan dikin ku ji bo aştî pêş bikeve divê êdî dewlet jî gavên şênber bavêje. Welatiyên Amedê diyar kirin ku ew amade ne, lê dewlet hevîyê nade wan.
* Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê bi boneya winda bên dîtin û kujer bêne darizandin dê çalakiyên xwe yên heftane berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê ya Stenbolê tên cem hev, dê di hefteya 1046an li Qada Galatasarayê kom bibin û aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)
* Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê dê di navbera 12-13ê Nisanê de “Komxebata Zimanê Zikmakî” ku gelek nivîskar û akademîsyen beşdar bibin li ÇandAmedê pêk bîne. (10:00-16.00)