* Rojnameger Farûk Balikçi yê piştî Komkujiya Helebceyê çûbû wir qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî û wiha got: “Helebce bîr e, ev bîranîna biêş, di bîra gelê Kurd de wekî birîneke kûr ku nayê jibîrkirin cih digire.”
* Nîviskarên ku behsa bîranînên xwe yên bi helbestvan Ehmed Huseynî re kirin, destnîşan kirin ku Ehmed Huseynî “Şêxê helbesta nûjen e” û têkoşer û xebatkar bû.
* Şîna ji bo Helbestvan Ehmed Huseynî li Komeleya Wêjekarên Kurd hatiye danîn dê di roja duyemîn de berdewam bike. (10:00-17:00)
* Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê dê li ser gora Dayîka Aştiyê Sakîne Aratê ya li Goristana Yenikoyê wê bi bîr bîne. (13:00)
* Li navçeyên Westan û Payîzavayê yên Wanê dê Newroz bê pîrozkirin. (13:00)
* Li gundê Kabê yê navçeya Sûrê dê Newroz bê pîrozkirin. (19:30)












