* Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku yek ji wan kesên di jêrzemînên Cizîrê de hate kuştin, mohra xwe li berxwedana Cizîrê da. Kurê Mehmet Tûnç Adem Tûnç anî ziman ku ew bi bavê xwe serbilindê û ew ê li ser heqîqeta wî bimeşe.
* Rêveberê TOD-DERê Herdem Dogrûl ku armancên komeleya xwe û nîqaşên li ser pirsgirêka kurd nirxandin wiha got: “Mûxatab diyar e, hêza wî jî diyar e. Dewlet, hikumet divê bi mûxatabê vê meselê re bi birêz Ocalan re rûnên vê meselê biaxivin.”
* Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bike, li pêş avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)
* Bi minasebeta Hefteya Mafên Mirov dê ÎHD li gelek cihan çalakiyan li dar bixin.
Rêxistina DBPê bi şîyariya “Bi jina azad û rêxistinkirî em civaka azad ava dikin” dê 3yemîn konferansa jinan a partiya xwe li avahiya xwe ya bajarê pêk tîne (10.00)