* Rêbazên şerê yekemîn û duyemîn ê cihanê tenê şerê çek, bombe, kuştin, tunekirin, komkujî û hwd. bû. Di van her du şerên cihanê de bi milyonan mirov hatin kuştin. Gelek çand, bawerî, netew û civak bi tunebûnê re rû bi rû man.
* Hevserokê Giştî yê HDPê Cahît Kirkazak ku tev li Komxebata Egîtîm-Senê ya li Amedê bû, destnîşan kir ku ziman stûna netew e û diyar kir ku divê di hemû beşên jiyanê de bi zimanê zikmakî bê axaftin.
* Her hefte li navçeya Bajarê Nû ya Amedê, li ser rêya navçeya Erxeniyê bazara wesayîtan tê vekirin. Sedan xwediyên wesayitan di saetên serê sibehê de wesayîtên xwe tînin bazarê û hewldidin bifiroşin. Li Tirkiye ji ber buhabuna benzîn û mazotê wesayit kêm tên kirîn û firotin.
* Şaxa OHDa Amedê bi dirûşma “Bi Hiqûqa Azadixwaz û Demokratîk Ber Bi Aşitîya Birûmet ve” dê kongreya xwe ya çaremîn a asayî ya giştî li Çand Amedê dar bixe. (12.00)
* Komxebata ku Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê ya Amedê duh dest pê kiribû dê îro jî bidome.(10.00-16.00)
Kirmanckî
*Hewremankî hetê ziwannasî û tarîxî ra zaf bi zengîn a. Hetta na lehçeya kurdkî de şopê demê antîkî hema zî yeno dîyayîş. Hewremankî xususî farskî, erebkî û tirkî ra tesîrêko gird kerda. Çi heyfo ke sey lehçeyê bîn hewremankî zî telûkeyê vînîbîyayîşî de yo.
*Hunermend Nevzat Ozkiliç dîyar kerd ke bi xisûsî zî besteyê ey est ê la o heme eşkera nêkerdo, o do demê nêzdî ra eşkera bikero.