* Hevserokên DBPê û DEM Partiyê yên Wanê bertek nîşanî êriş û qirkirinên li taxên Kurdan Eşrefiyeyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê dan û gotin: “Cîhanê çavên xwe li qirkirina ku bi destên dewletên hegemonîk ve tê kirin girtiye û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin.”
* Parêzer Zîlan Esen derbarê Pakêta Darazê ya 11emîn ku kujerên jinan da berdan de axivî û got: “Ev pakêt li ser esasê talûkeya civakî nehatiye avakirin.”
* Çalakî û serhildanên li Îranê di roja 18emîn de didomin. Li Gorî çavkaniyên agahî dan Reutersê li Îranê di serhildanan de nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî IHRê jî nêzî 6 hezar mirov hatine kuştin. Çalakvanê siyasî Zagros Enderyarî jî diyar dike ku di çalakiyan de nêzî 2 hezar mirov hatine kuştin. Zagros Enderyarî destnîşan kir ku ji sedî 90ê civakê Rejîma Îranê naxwazin û dê serhildan bidomin.
* Dayikên Aştiyê ku li dijî êrişên çeteyên giredayî HTŞê û Tirkiyeyê berê xwe dane Enqereyê destnîşan kirin ku destê Tirkiyeyê jî di êrişan de heye û gotin ku ew ji bo ji rayedaran re bêjin ‘Li gorî pêvajoyê tevbigerin û êrişan rawestînin’ hatine li Enqereyê.
* Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû beriya civîna meclîsê dê li navenda giştî daxuyaniyê bide. (11:00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê dê li Kolana Hunerê ya Cizîrê li dijî êrişên ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî bide. (16:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê ji bo piştgiriya Rojava wê li ber Rêxistina Bucayê ya DEM Partiyê meşekê li dar bixe û paşê li avahiyê dest bi nobeda wîjdanê bike. (19:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Enqereyê li dijî êrişên ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û herêmên din dê li taxa Tuzluçayirê ya navçeya Mamaka Enqereyê meş li dar bixe. (19:00)









