* Parêzer Veysî Guneş bal kişand ser tecrîda ku li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tê meşandin û destnîşan kir ku yekane mixatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e. Veysî Guneş, bibîr xist ku pêwiste Tirkiye li gorî makezagon û qanûnan tevbigere û got: “Tecrîd didome, divê têkoşîn jî xurt bibe. Divê mafê hêviyê yê Ocalan bidin wî”
* Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Enwer Muslim, têkildarî êrîşen li ser Rojava û siberoja Sûriyeyê nirxandin kir û got: “Komên ku navê Ceyş El Watanî li xwe dikin Dewheta Tirk piştgiriya wan dike. Ev kom bi destê Tirkiyeyê êrîşî Qereqozax û Bendava Tişrînê dikin.”
* Li Tirkiyeyê nexweşiya pençeşêrê zêde dibe. Salê nêzî 165 hezar mirov bi pençeşêrê dikevin. Bijîşkê Onkolojiyê Dr. Halîs Yerlîkaya, diyar diyar kir ku mirov zûtir teşîsên pençeşêrê bigire dê zûtir jî pençeşêr bê tedawîkirin
* Partiya Heremên Demokratîk (DBP) wê bi beşdariya hevserokên xwe Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan konferansa li ser rewşa pêvajoya siyasî û rêxistinkirinê li avahiya Rêxistina DBPa Amedê ku du rojan bidome li dar bixe. (10.00)
*Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê, tekildarî salvegera qedexeya derketina dervê ya navçeyên Cizîr û Silopiyayê dê li ber avahiya navçeya xwe ya Cizîrê daxuyaniyê bide. (12.00)
* Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Amed, Êlihê çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê /Mirovên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bêne darizandin dê di 1029an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Komîsyona Girtiyên Nexweş û xizmên mafên mirovan dê ji bo girtiyên nexweş li Enqere û Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)
* Platforma Zimanê Kurdî dê li eywana Çand Amedê panela “Zimanê Kurdî û Makezagona Nû” li dar bixe. (12.00)