* Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir naveroka rapora AKPê ya derheqê pêvajoyê de ku bi rêya çapemeniyê hate belavkirin rexne kir û got: “Rapora AKPê xizmeta çareseriyê nake. Rapor li dijî ruhê pêvajoyê ye. Her wiha divê qanûnên aştiyê û azadiyê jî werin amadekirin.”
* Meşa, “Ji bo nan û aştiyê budçe” ku ji aliyê DEM Partiyê ve li 4 navendan hatibû destpêkirin dê li ber Meclîsa Tirk li Enqereyê bidawî bibe. (11.00)
* Di pêşengiya Platforma Şiyar be de bi tevlibûna Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar dê li dijî hişbir, fihûş û polîtîkayên şerê taybet li navçeya Licê ya Amedê meşeke girseyî bê lidarxistin. (13.00)
Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn dê di roja 8emîn de bi merasîma xelatdayînê ya li Çand Amedê bi dawî bibe. (13.00-19.00)
* Di 10emîn salvegera qedexeya derketina derve ya Cizîrê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dê li Goristana Eslî ya Cizîrê bernameya bîranînê were lidarxistin.(14.00)
* Platforma Saziyên Demokratîk dê bi tevlibûna Veysî Aktaş, Gulîstan Sonuk û parêzerên
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li Eywana Dawetê ya Floryayê ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê
civîna gel li dar bixe. (13.00)
* Şaxa ÎHDê ya Wanê dê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li Baroya Wanê bi navê “Aştî û
Çareseriya Pevçûnan” panelekê li dar bixe. (16.00)
* Festîvala Muzîkê ya Wanê, dê bi konserên Koma Muzîkê ya Egîtîm-Senê û Koma Kuçeband
bi dawî bibe. (17.00)













