* Binevş Agal wekî keçek Êzidî li dijî astengiyên civakî û zordariyên dagirkeriyê li çiya, gund û bajaran bû hezkiriya gelê Botanê. Wekî jinek gêrîla mal bi mal geriya, bi sekin, jiyan û çelengiya xwe şitlên azadiyê li Botanê çandin. Bû baweriya jina azad, nîşaneya hêza jinê. Çîroka wê ket zer zimanan û navê wê li hezaran zarokan hate kirin. Bi gotina, “Li Kurdistana min a şirîn jiyan jî mirin jî xweş e” rêgeza welatperêzî û şoreşgeriyê li rûyê dîrokê neqişand.
* Sîdar û Zana Uslu ên piştî sala 2021an bi koçkirina Stenbolê dest bi dirûtina cil û bergên Kurdî kirine diyar kirin ku ew çiqas ji Kurdistanê dûr bin jî li Stenbolê bi çanda xwe re dijîn û wiha gotin: “Newroz cejna Kurdistanê ye. Ji bona wê divê tevahî gelê Kurd bi cil û bergên xwe ve tevlî Newrozê bibe. Gelê Kurd bi cil û bergên xwe tê naskirin.”
* Serhildana Newrozê ya ku bi dehan salan e li ber kela dîrokî ya Wanê bi agirê Kawayê Hesinkar tê geşkirin, ne tenê pîrozbahiyek, di heman demê de bîra siyasî ya bajêr e. Ji sala 2000î heta roja îro, Newroza Wanê carna bû qada qêrîna azadiyê, carna bû qada berxwedana li dijî qedexe û înkarê û carna jî bû deryaya mirovan a ji bo çareseriyek demokratîk.
* Li bajarên Îdir, Agirî, Qers û Mûşê yên Serhedê dê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. (10:00-16:00)
* Li navçeyên Rezan, Sûr, Bismil, Gêl, Erxenî û Şankûşê yên Amedê, li navçeya Hezo ya Êlihê û li navçeya Dihê ya Sêrtê dê Newroz bê pîrozkirin. (11.00-20.00)
* Meclisa Ciwanên a HDKê dê bi tevlîbûna Veysî Aktaş, li eywana TUMBEL-SEN a navçeya Çankayayê panela avakirina “Civaka Demokratîk” li dar bixe. (12:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê dê bi munasebeta salvegera Komkujiya Helebceyê dê li Qada Beyazitê daxuyanî bide. (14:00)
* Belgefîlma Terazûya Şikestî (Kirik Terazî) ku li ser Rojîn Kabaîşê hatiye çêkirin dê li Çand Amedê bê nîşandan. (19:00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê li navçeyên Pendîk, Avcilar, Gazîosmanpaşa, Kartal û Esenlerê pîrozbahiya Newrozê li dar bixe. (20:00)
* Amedspor dê li sehaya xwe bi Manîsasporê re maçê bilîze. (20:00)










