* Hegel, di şexsê împaratorê fransî Napolyon de pergala netew-dewletê wekî “meşa xweda ya li ser rûye erdê” pênase dike. Ev meş bêguman du sed sal in bênavber didome. Lê niha li Kurdistan û Rojhilata Navîn xetimiye û difetise.
* Binevş Agal ango Bêrîvan ku bi têkoşîna xwe li Cizîrê deng veda, tevî 36 sal derbas bû jî, navê wê li ser zimanan e. Xwîşka Binevş Agal, Xanê Agal anî ziman ku li Ewropa jî herdem berê wê li Kurdistanê bû û got: “Digot divê ez vêgerim Kurdistanê. Hezkirina wê axa Kurdistanê bû.”
* Rojnameger Zinar Cafer anî ziman ku hemû beşên civakê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya ku serferberî bê îlankirin, di nava seferberiyê de bûn û got: “Gel û şervanan biryar dane ku wê bi hev re vê şoreş û destkeftinê biparêzin û mîsoger bikin.”
* Nivîskar Leyla Saraç, wê pirtûka xwe ya bi navê, “Dema tu çûyî” li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Cizîrê îmze bike. (13.30)