*Di 2 salên dawî de 3 malbatên ku çûbûn girtîgehan, dema ji girtîgehanvedigeriyan qeza derbas kirin. Di van qezayan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Balkêş e girtiyên hemû malbatan jî li girtîgehên bi sedan kîlometre dûrî malbatan bûn.
*Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Parêzer Mehmet Salîh Coşkûn rapora AKPê nirxand û got: “Tu guhertina zagonan, makezagonan li ber çav negirtine, tu pêşniyarên guhertina qanûnan nekirine. Divê pêşniyara guhertina qanûna hemwelatiyê bikirina.”
*Mihemed Bîlen ku ji 50 çîrokan tenê 9-10 çîrok di hêşê wî de mane, sedema vê yekê weke
extiyarî û pêşketina teknolojiyê pênase dike û dibêje: “Êdî tu kes tu kesî guhdar nake.
*Derhêner Maryam Samadi û lîstikvan Baran Ehmedî yên ji Rojhilat diyar kirin ku ji ber tev li Festîvala Fîlman a Amedê bûne gelek kêfxweş in û xwestin ku festîvala fîlman her sal pêk were.
*MEBYA-DER û DEM Partî dê li Amed, Mêrdîn û Sêrtê Berfîn Nûrhaq û Sema Roza bi bermameyan bibîr bînin. (13.00)
*Platforma Saziyên Demokratîk dê bi beşdariya Veysî Aktaş, Gulistan Sonuk û parêzerên
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li Eywana Dawetê ya Erenoglûyê civîna “Aştî û Civaka Demokratîk”
li dar bixe. (13.00)
*Dê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li eywana Baroya Wanê kargeha “Nasîna Mafên
Astengdaran û di pêşîlêgirtina piçûkdîtina astengdaran de rola saziyên sivîl” bê lidarxistin.
(16.00-18.00)
*Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan (10-17ê Kanûnê) de, li ber Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê dê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn. ( 12:00)













