* Di sala 1992yan de li ser gef û qedexeya dewletê ya wekî, “Em destûr nadin Newroz bê pîrozkirin. Em dê li dijî yên Newrozê pîroz bikin, tişta pêwist pêk bînin”, keçek Kurd a 17 salî ya bi navê Rahşan Demîrel bi nîşeya, “Newroz dê bê pîrozkirin. Bi lastîkan nebe em dê bi bedenên xwe pîroz bikin” bersiv dida. Rahşan Demîral sibeha 22yê Adarê li ser bircên Kadîfekaleya Îzmîrê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir û bû çelenga çîrokên zarokên Kurdistanê.
* Bêrîvan û Ronahî ku di Newroza 1993yan de ji bo parastina têkoşîna azadiyê û şermezarkirina hevkariya Almanyayê ya bi Tirkiyeyê re bedena xwe dan ber agir, armanca çalakiya xwe bi gotina, “Bila beden û fikrên me diyarî hemû gelê Kurd be” anîbûn ziman. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxa çalakiya Ronahî û Bêrîvan bi gotina, “Ger azadî hêsan bûya Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin” pênase kiribû.
* Serokê PSKê yê Giştî Bayram Bozyel diyar kir ku ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî divê pêşî li her çar aliyên Kurdistanê tifaqa Kurdî pêş bikeve û got: “Kongreya neteweyî bi avakirina tifaqa Kurdî ya li her çar parçeyan dê pêk were.”
* Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li Efrînê 30 kesên ji bo serokatiya şaredariyan hatine nîşandan Kurd in û wiha got: “Li Efrînê Kurd dê di pêkhateya ewlehî û rêveberiyê de cih bigirin. Her wiha bi zimanê Kurdî jî dê perwerdehî bê dayîn.”
* Li Îdirê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” pîrozbahiyeke bi heybet hat lidarxistin. Welatîyên Îdirê destnîşan kirin ku ew ê agirê ji bedena Zekiye Alkan û Rewşan Demîrelan gihiştiye îro, dê bi xurtkirina têkoşînê geştir bikin.
* Endama KJARê Jiyan Hewraman destnîşan kir ku Kurd têkoşîneke demdirêj û bêhempa dane meşandin û wiha got: “Ezmûna têkoşîna Kurdan demokrasî û azadiyê hêsan dike. Kurd dikarin rê li ber demokratîkbûna Rojhilata Navîn vekin.”
* Şîna ji bo rojnameger Osman Kiliç li navçeya Misircê ya Sêrtê hatiye danîn dê îro bi dawî bibe. (10:00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê dê li Qada Bajêr a Wanê ji bo salvegera komkujiya Helebceyê daxuyanî bide, du re jî li avahiya KESKê pêşengeha wêneyan veke. (12:30)
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê dê li ÇandAmedê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bên bibîranîn. (13:00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê dê li avahiya xwe bernameyek bîranînê li dar bixe. (13:00)
* MEBYA-DER û TUAYD-DER ên Amedê dê bi dirûşma “Li ser şopa heqîqetê, li ser sifreya Rojê” bi tevlibûna siyasetmedar Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş li eywaneke dawetê ya li navçeya Peyasê bernameyekê li dar bixin. (16:00)











