* Piştî bertekên gel ên li hember daristanên Herêma Besta cerdevan niha jî bi şev daristanan dibirin û bi awayekî dizî ji herêmê dertêxin.
* Berdevka YPJê Rûksen Mihemed têklidarî rewşa kampa Holê û metirsiya DAIŞê diyar kir ku xeteriyên DAIŞê ji berê zêdetir in û malbatên DAIŞê xwe li kampa Holê di aliyê leşkerî û bîrdozî de xwe perwerde dikin.
* DEM Partî wê li navenda xwe ya giştî bi beşdariya paralamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayan û Cigirê Hevserokên Giştî Mahvuz Guleryuz panela “Serpêhatiyên Rojava û îhtîmala Suriyeya Demokratîk” li darbixîne. (14.30)
* Li Cizîrê ji bo 3emîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî meş dê were lidarxistin û daxuyanî were dayîn (17.00)
* Platforma Jinan a Enqereyê dê tekildarî salvegera qetilkirina Jîna Emînî li ber Peykerê Mafê Mirovan daxuyaniyê bide. ( 18.00)