* Nivîskar û helbestvan Seyîd Celal Nizamî bal kişand ser polîtîkayên rejîma Îranê ya li ser zimanê Kurdî û diyar kir ku tîpên latînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine qedexekirin û got: “Tevî ku di destûrê de mafê perwerdehiyê heye jî lê perwerdehiya bi zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan tune ye.”
* Solîstê Koma Çiya Genim li ser rewşa muzîka Kurdî destnîşan kir ku li gor salên 90î ji aliyê civakî vê qelsbûnek heye û got: “Berhemên muzîkê yên niha tên afirandin berjewendiyên takekesî zêdetir li pêş in.”
* 15 hezar û 695 şev berê 4 ciwanên Kurd li dijî tariya zilmê bi bedena xwe şev ronî kirin û bûn remza berxwedanê. Berxwedana wan îro ji aliyê milyonan ve berdewam dike.
* Girtiyê nexweş Nîmet Degîş ku piştî 30 sal û 8 mehan di Adara 2023yan de hatibû berdan ji ber ku 9 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn, di 2yê Gulanê de dîsa hatibû girtin. Nîmet Degîş ê di 9ê Gulanê de bi şertê kontrola edlî hate berdan qala pirsgirêkên girtîgehê kir.
* Serokatiya Daîreya Çand û Civakî ya Şaredariya Amedê têkildarî helwesta li ser beyt û navê helbestvanên Kurd ku li erdê hatine bicihkirin dê li ber Çand Amedê daxuyanî bide. (12.00)
* Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê di hefteya 849emîn de li Parka Koşûyolû dê çalakiya ji bo aqûbeta windayan li dar bixin. (12.00)
* Ji damezrînerên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li bajarê xwe Dêrsimê werin bibîranîn. Dê li Amedê jî banga beşdariya bîranîna li Meydana Şêx Seîd bê kirin. (13.00)