* Rêveberê ZIMAN-KURDê Mazlûm Dogan Taniş têkildarî armanca avakirina komeleyê û xebatên wê axivî û wiha got: “Armanca me lêkolîn û pêşvebirina çand, huner û zimanê Kurdî ye.”
* Komîsyona li meclise îro û sibe wê civînên xwe yên 10 û 11an li darbixînê û civînên guhdar kirinê bi dawî dike. Piştî civînan dê vê hefteyê xebatên komîsyonê bi civînên tespîtkirina taslaqên qanûnî berdewam bike.
* Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî wê civîna xwe ya 10an li darbixînê û akademîsyenan guhdar bike. (14.00)
* Platforma Saziyên Demokratîk dê bi dirûşma “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin” li Amed, Wan û Mêrsînê meşên girseyî li dar bixe. (16.30-19.00)