* Li gorî rapora Ofîsa Sûc û Tiryakê ya Neteweyên Yekbûyî (UNODC) li cîhanê 39.5 milyon mirov madeyên hişbirê bikar tînin. Li Tirkiyeyê jî di 2023an de 350 hezar mirov ji tiryakê hatin dermankirin. Hevberdevkê Platforma Şîyar Be Murat Kan destnişan kir ku li Tirkiyeyê salê nêzî bi 2 milyon dolar pere tiryak tê firotin.
* Komîsyona ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin vê hefteyê civînên xwe yên guhdariya li heyet û saziyan bi dawî dike. Piştî dawîbûna civînan dê komîsyon dest bi amadekariyên pêşnûmeyên qanûnî bike.
* Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê bi îmhakirina amûrên leşkerî zerarek mezin dide xwezayê.
* Têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan dê li Hezex û Cizîrê civîn werin lidarxistin, kursiya azad û pêşengeha wêneyan were vekirin. (10.00-15.00)
* Meclîsa Jinan a KESKê ya Amedê ji bo starta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan bide dê li Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 1an a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re ya Botanê dê ji bo tundiya li ser girtiyên jin li ber avahiya Edliyeya Şirnex daxuyanî bide. (13.00)










