* Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 19ê Tîrmehê de despê kir. Li ser xeta sêyemîn xeta parastina gelan meşiya. 19ê Tîrmehê di dîroka gelê Kurd û cîhanê de rojek taybet û dîrokî ye. 19ê Tîrmehê ji bo gelê kurd destpêka şoreşeke xwe avakirin û afirandinê ye. Şoreşa xwe parastin û rêxistinkirinê ye. Gelê kurd bi vê zanîn û kelecanê her sal Şoreşa 19ê Tîrmehê bi coş û kelecan pîroz dikin.
* Rêvebera Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê Suzan Mehmetoglu Aksoy têkildarî êrişa malbata Kurd diyar kir ku ev bûyer sedema bê tehamûliya zimanê Kurdî ye û got: “Divê her kes bi zimanê xwe biaxive û biparêze.”
* Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê dê bi Serokê CHPê Ozgur Ozel re li Navenda Giştî ya CHPê hevdîtinê bike. (13,00)
* Di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de dê li tax û gundan civînên gel berdewam bikin.