* Komîsyona Meclîsê ya di çerçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de hatiye damezrandin tê gotin dê îro bi civîna xwe ya 21an xebatên xwe bi dawî bike. Di civîna îro ya komîsyonê de li bendeyê ye rapora hevpar jî bi awayê halê wê dawî were amadekirin.
* Malbatên cangoriyan li Sêrtê ku tev li vekirina MEBYA-DERê bûn diyar kirin ku cara yekemîn li bajarê wan saziyan malbatên cangoriyan tê vekirin û gotin ew bi vekirina saziyeke wisa hem xemgînin û hem jî kêfxweş in û daxwaza aştiyeke mayînde kirin.
* Di demên dawî de li ser medyaya dîjîtal, bi taybetî li ser platformên wekî Xê, Înstegramê û Facebookê zêdebûna hesabên ku di bin navê “Kurdbûnê” de êrişî siyaseta Kurdan dikin balê dikişîne. Çavdêrên medyayê hişyariyê didin û dibêjin, “Her bersiva ku hûn didin van hesaban, wan xurttir dike.”
* Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku qeyim tayînî şûna wan hatiye kirin bi boneya salvegera tayînkirina qeyim axivîn û diyar kirin ku ji bo tayînkirina qeyim 15ê Sibatê bi zanebûn hatiye hilbijartin û gotin ku feydeya polîtîkayên qeyim ji bo tu kesî nîn e.
* TJAyê duh li Amedê deklarasyona 8ê Adarê eşkere kir. Aktîvîstên TJAyê Harîka Peker û Arzû Karaman bang li hemû jinan kirin ku xwe bi rêxistin bikin û gotin: “Em ê di vê 8ê Adarê de hem ji bo aştiyeke mayînde, hem jî ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe bilindtir bikin.”
* Zimanhez Farûq Cîlasûn bibîrxist ku Tevgera Azadiyê di heman demê de parastina zimanê Kurdî kiriye û ziman li pêş xistiye û got: “Dîroka me jî, zimanê me jî bi xêra vê tevgerê hat îro. Berê jî hinek tevger hebûn lê ne bes bûn. Xebatên domdirêj nedihatin kirin.”
Gerînendeyên yekîneyên çand û ziman ên şaredariyên Artêmet, Rêya Armûşê û Tuşbayê derbarê kar û xebatên xwe yên çand û ziman de dîyar kirin ku ji ber polîtikayên qeyim û tedbîrên tasarufê di xebatên çand, ziman û hunerê gelek kêm dimîne.
* Baroya Amedê dê rapora xwe ya bi navê “Pêşniyar û Nêrînên Hiqûqî yên Têkildarî Pêvajoya Aştiya Civakî û Entegrasyonê” li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê eşkere bike. (11:00)
* Komîsyona Meclîsê dê bi rojeva rapora hevpar civîna xwe ya 21an li dar bixe. (11.00)
* Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu dê li navenda partiya xwe deklarasyona 8ê Adarê ya Meclîsa Jinan eşkere bike. (11:00)
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê têkildarî pêdiviyên xizmetên tenduristiyê û krîza mirovî ya li Kobanê ya di bin dorpêçê de ye li avahiya Odeya Bijîşkan a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12:30)
* OHDa Stenbolê dê ji bo girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar li avahiya ÎHDa Stenbolê daxuyanî bide. (13:30)
* Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dê li Amedê, Wanê û Stenbolê ji nûçegihan û edîtorên jin ên ETHAyê ku di 5ê Sibatê de hatibûn girtin re qert û pirtûkan bişîne. (11:00 – 16:30)
* DEM Partiya Îzmîrê dê bi tevlîbûna siyasetmedar Veysî Aktaş li Navenda Kongreyê û Pêşengehan a Tepekûleyê civîna gel li dar bixe. (13.00)
* KURDÎGEH, dê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanî de li Navenda Çandê ya Berîvanê şahiyekê li dar bixe. (17.00)
* DEM Partiya Stenbolê bi boneya salvegera banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li navçeyên Stenbolê civînên gel li dar bixe. (18.00)








