* Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di derheqê êrişên li ser Rojava û peymana di navbera HSDê û Hikumeta Demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin axivî û got: “Armanca wan têkbirina paradîgmaya neteweya demokratîk û azadiya jinê bû.”
* Di sedsala dawî de gelê ku yekser bêstatu hate hiştin, gelê Kurd bû. Kurd tevî derbasbûna ewqas dem, belkî hêjayî wê ne ku wekî gelekî ewqas mezin lê bê statu di dîroka cîhanê de werin nivîsandin. Li Rojavayê Kurdistanê ev 14 sal in rêveberiyek xweser heye. Kurd cara yekem li Sûrî dibûn xwedî statu. Lê hêzên herêmê bi hevkariya hêzên hegemon xwestin vê destkeftiyê jî bifetisînin. Kurd bi berxwedana xwe vê dorpêçê şikandin lê niha dora wê ye ku bi serkeftinê tacîdar bikin.
* Endamên Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, peymana di navbera HSDê û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de hate îmzkirin nirxandin û diyar kirin ku ev peyman ji bo aştî û azadiyê ye û gotin bo şer jinûve dest pê neke divê wekheviyeke bêhempa çêbibe.
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê di serî de li bajarên Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, li bajarên Tirkiyeyê û li gelek welatên cîhanê dê gelê Kurd û dostên xwe meş û daxuyaniyan li dar bixin û piştgirî bidin berxwedana Rojava. (11:00-22:00)
Kirmanckî
Gulten Çinar a ke weşîye xo taxa Dêrsimî Gazîke de bi naxir weyekerdene ramnena, îtîqat û aştîye ser, aşma Xizirî ser û tenga Rojavayî ser qisey kena û vana: “Kam ke tengîyede mendo Xizir înû de embaz bo.”








