* Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan diyar kir ku di hevdîtina wan dawî de Abdullah Ocalan li ser zimanê dayikê rawestiyaye û gotiye, “Êdî hebûna Kurdan mîsoger bûye û ji niha şûn ve li Kurdistanê hemû saziyên demokratîk divê her tiştê wan bi Kurdî be.”
* Hevseroka ARÎ-DERê Şînda Ayazgun diyar kir ku 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê ji salên 2000î vir ve tê pîrozkirin û got: “Gelek ziman jî di cîhanê de di bin xetereyên mezin de ne ku bi tune bûnê re rû bi rû ne.” Hevserokê BOTAN-DERê Nacî Îmaç jî got ku pergalên serdest dixwazin zimanê Kurdî li her çar aliyên Kurdistanê ji holê bidin rakirin.”
* Şanoger Zelal Angay a ku li Navenda Çanda Anatoliyayê perwerdehiya şanoya Kurdî dide têkildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê diyar kir ku nefermîbûna zimanê Kurdî bandoreke neyînî li ser hunera Kurdî jî dike û xwest ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.
* Rojnameger Cemîl Oguz bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî û diyar kir ku li Tirkiyeyê di salakê de 70 hezar pirtûkên Tirkî tê çapkirin, di sala 2025an de tenê 386 pirtûkên Kurdî hatine çapkirin û got: “Divê em vê hejmarê zêde bikin û em malên xwe bikin dibistana Kurdî.”
Li Colemêrgê dê di 23yê Sibatê de saziya ziman ZIMAN-DER were vekirin. Rêveberên komeleyê diyar kirin ku vekirina komeleyê ji bo wan serbilindiyek e û gotin: “Em ê zimanê xwe li ber hemû qedexe, astengî û zordariyê biparêzin.”
* Çîrokbêj Amîne Aktaş ku di temenekî mezin de hînî Kurdî dibe, piştî 25 salan cara yekem ji dayîka xwe çîrokên Kurdî dibihîze û dest bi berhevkirin û gotina çîrokan dike.
* Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur dê têkildarî lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd li avahiya ÇandAmedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11:00)
* Meclîsa Jinan a DBPê dê bi dirûşma “Bi jina azad ber bi civaka demokratîk ve” li avahiya partiya xwe ya Mûşê deklarasyona xwe ya 8ê Adarê eşkere bike. (12:00)
* Meclîsa Ziman a Zazakî dê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de ji bo ku zaravayê Zazakî winda nebe dê ji UNESCOyê, Serokkomariya Tirkiyeyê û Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê re li Postexaneya Sûrê ya Amedê nameyan bişîne. (12:30)
* KURDÎGEH û Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê dê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanî li Galeriya Hunerê ya li Kolana Hunerê panelekê li dar bixe. (13:30)
* Di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê dê li navçeya Rezanê Parka Gulistana Zimanan bê vekirin. (14:30)
* Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê dê di çarçoveya 21ê Sibatê de li Eywanana Sînemayê ya Yilmaz Guney ya baroyê belgefîlma “Kirasê Ji Agir” ku qala jiyana Xalid Begê Cibrî dike, bide nîşandan. (19:00)
Kirmanckî
* Zimistan ke ame, vewre kî varaye, şandî wext beno wextê vatişê sanikan. Mînzur Zengîn, sobaya xo veşneno, hetê soba de ronişeno, zereyê keyeyî beno germ, ma rê qalê sanikan û ziwanî keno wina vano: “Sanik ke bîyê vîndî, zon beno hûsk şono.”








