* Endamê Komîsyona Meclîsê yê DEM Partî Celal Firat anî ziman ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike û got: “Hikumet polîtikayên xwe yên berê didomînin. Ev ziman ne zimanê aştiyê ye.”
* Li Gundê Pîzanê yê navçeya Elbakê ku ew jî Kurd bûne, Kelehek û Medreseyek maye. Ev keleh û medrese tevî nerestorekirinê jî, mîmariya xwe diparêze.
*Li goristanên Şirnex bi dehan endamên HPG û YJA-STARê yên li gorên bêkesan hatine definkirin li gel daxwaza malbatan jî nayên radestkirin.
* Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî dê li Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û saziyên mafên mirovan guhdar bike.