* Rêxistina DEM Partiyê ya Qoserê her hefteyê di saetên bêdengiyê de li ser mijarekê gotar dixwîne û xwe perwerde dike.
* Li Enqereyê Navenda Çanda Anatoliyayê (NÇA) dê were vekirin. Mamoste û Rêveberên NÇAyê amadekariyên vêkirinê dikin. Şanogêr û lîstikvan Rozerîn Baltaş ku xebatên Şanoyê dike, diyar kir ku ew dê di gelek beşên hunerî de perwerdehiyê bidin destpêkirin.
* Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê dê îro li Çand Amedê ji bo ji Komîsyona Hevgirtin Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Meclisê re ragihîne, dê nêrîn û pêşniyarên saziyên ziman guhdar bike. (13.30)
* DEM Partî li navenda xwe ya giştî dê bi beşdariya paralamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayan û Cigirê Hevserokên Giştî Mahfuz Guleryuz re panela “Serpêhatiyên Rojava û Îhtîmala Suriyeya Demokratîk” li dar bixe. (14.30)
* KASED û Şaredariya Sûrê ya Amedê di roja 3yemîn de dê pîrozbahî û bernameyên xwe yên Sûr Fest 2yan bidomîne. (14.30-19.30)