* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ji bo avakirina zemîneke hiqûqî û demokratîk rapora hevpar girîng e û got: “Mafê hêviyê di çeçoveya pêkanîna biryarên DMMEyê de hatiye diyarkirin. Helbet ew xal wê ji bo birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî encaman bi xwe re bîne.” Bakirhan anî ziman ku divê êdî çand, nasname, ziman û hebûna gelê Kurd neyê neyê înkarkirin û weke dewlemendiya vî welatî bê dîtin. Bakirhan bal kişand ser yekîtiya Kurdan û got ku ya ku vê carê qedera Kurdan guherand ne tenê li qadan dengê hevpar bû, vê carê li ser masayan jî dengê hevpar ê Kurdan hebû.
* Endamên Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur Mûazzez Orhan û Zeynep Sîpcîk têkildarî yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd destnîşan kirin ku gelê Kurd bi yekîtiyê dikare xwe biparêze û diyar kirin ku yekîtiya neteweyî ya Kurd pêkan e ku di pêşengtiya jinên Kurd de pêk were.
* Hevserokê Egîtîm Sena Êlihê Ramazan Bîlmez anî ziman ku bi salane tevî ku ev hevpeymanan navneteweyî ya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê heye jî dîsa jî li gelek welatan desthilat di nava hewldanên tunekirina zimanan de ne.
* Nivîskar Wasfî Ak bal kişand ser statuya Kurdî û got: “Divê zimanê me, hebûna me, rastiya me û mafên me di qanûnan de werin qebûlkirin.”
* Navenda Egîtîm Senê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê de li Eywana Konferansê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê dê 3yemîn Sempozyoma Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li dar bixe. (09:00-18:30)
* Meclîsa Jinan a HDKê dê li avahiya HDKê ya Stenbolê deklerasyona 8ê Adarê eşkere bike. (11:00)
* Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê dê li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê meş, şahî û daxuyaniyan li dar bixin. (12:00)
* Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê dê çalakiyên heftane “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam bikin. (12:00)
* Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li eywaneke dawetê ya li Sêrtê civîna gel bê lidarxistin. (13:00)
* Foruma Aştiyê ya Îzmîrê, dê bi daxwaza “Mafê zimanê dayikê” li Şanoya Ciwanan a Kulturparkê panelekê li dar bixe (14:00)
* Komeleya Lêkolînên Kurdî, Ma Music, NÇM, OHD û HDK bi sermijara “Nêrînek li zimanê zikmakî” bi tevlibûna Samî Tan, Umut Gunduz û Ekrem Koçbaşi dê li avahiya DGD-KONê ya li Şîrînevlerê panelekê li dar bixe. (15:00)
* Li Amedê dê bi navê “Zimanê Dayikê û Perwerde” panel, bi navê “Zimanên di bin talûkeyê de ne” forûm û konsera pirzimanî bê lidarxistin. (13:30-20:00)
* Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê bi boneya 21ê Sibatê dê li Baroya Êlihê şanoya bi navê “Rîtuellîstîk” û “Jixweberî” bên pêşandan. (20:00)








