* Welatiyên tev li Newroza Amedê ya dîrokî bûn destnîşankirin ku piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin: “Ji bo Serok vê pêvajoyê bi rê ve bibe divê derfetên wî bên başkirin û azad bibe.”
* Nivîskarê rojnameya Welat Ciwan Tûnç bi sernavê “Çare û hêza esasî gelên birêxistinkirî û çalak in” balê dikişîne ser girîngiya rêxistinkirina gelan û dixwaze ku civak zêdetir xwe bi rêxistin bikin û li hevî û benda dewletê nesekinin.
* Mîtîngên Newroz “Rêbertiya Azad, Çareseriya Demokratîk” ku di 12ê Adarê de li navçeya Liceya Amedê dest pê kir, dê li Dîlok, Mêrsîn, Kocaelî, Îzmîr, Osmaniye, Kulu, Çanakkale, navçeya Erzînê ya Hatayê, navçeya Bodrûmê ya Mûglayê û navçeya Ortaklarê ya Aydinê bên lidarxistin. (10.00-17.00)